Li Marsîlyayê ciwanên Kurd êrîşa li Mexmûrê protestokirin

Êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û bombebarana Mexmûrê li bajarê Fransa Marsîlyayê hate protesto kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û bombebarana wargeha Mexmûrê li Marsîlyayê çalakî lidarxistin.

Çalakî li qada Vîa Portê pêk hat. Ciwanan wêneyên ku komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan pêk anîne hildan. Di çalakiyê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ku 5’ê Tîrmehê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû hate bibîranîn. Ciwanan belavokên ku qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker dike belav kirin.