Li Marsîlyayê çalakiya salvegera rizgariya ji faşîzmê

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di salvegera rizgariya ji faşîzma Mussolini de çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava hate nasandin.

Li Marsîlyayê, komên antîfa û enternasyonalan bi wesîleya salvegera rizgariya Îtalyayê ji faşîzma Mussolini de, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şoreşa Rojava û zextên dewleta Fransayê ya li ser Kurdan stand hate danîn û axaftin hatin kirin.

Li standê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûkên li ser Şoreşa Rojava û jineolojiyê hatin belavkirin.

Di çalakiyê de her wiha ji Kurdistaniyên ku di serdegirtina polîsên Fransayê de hatin girtin, name hatin şandin.

Di çalakiyê de hate gotin, "Em li dijî nijadperestiya dewletê û tundiya polîsan li ber xwe didin. Li dijî baviksalariyê em bi hemû derfetên xwe li ber xwe didin. Li dijî tercîhên polîtîk û aborî yên ku gerstêrka me tune dikin li ber xwe didin."

Her wiha hate ragihandin ku mirovên li Rojava tevlî pêkhatina paradîgmaya azadîparêziya zayendî, ekolojîk, sosyalîzm û demokrasiyê bûne îro di bin gefa Erdogan û hevalbendên wî de ne.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku girtina Kurdan ji bo Fransayê cihê şermê ye.