Li Marsîlyayê çalakiya “mirovê/a rawestiyayî“ hat lidarxistin

Li Marsîlyayê bi çalakiya “mirovê/a rawestiyayî“ bal kişandin bi ser êrîşên kîmyewî yên artêşa Tirk ên berpêyî Herêmên Parastina Medyayê.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyên protestoyî yên li dijî bikanîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk a li dijî gerîla, bêyî navber berdewam in.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewropayê (TCŞ) wek berdewamiya çalakiyan îro jî bi cilên spî wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn hatin hildan û çalakiya “mirovê/a rawestiyayî“ hat lidarxistin.

Girseya li qada Vîa Portê li hev civiya, destpêkê bi pankartê li ser “Tirk bi çekên kîmyewî Kurdan qetil dikin“ nivîsandî bal kişand. Çalakgerên bi du saetan rawestiyayî man, ji bo kişandina balê bi ser bêdengiya navneteweyî de devê xwe bi bandê reş girtin. Piştî rêzgirtinê danezan hat xwendin.

Bi daxuyaniyê hat diyarkirin ku tevî belgeyên rêxistinên Kurd û navneteweyî yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî, lêpirsîn nayê kirin û OPCW jê berpirs hat dîtin û ev bang hat kirin: “OPCW ji bo rakirina ji holê ya çekên kîmyewî û gefa bikaranîna wan, heye û divê di bin bandora zextên siyasî de nemîne. Serê vê salê ji ber salvegera 35’emîn a êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Îranê ya li dijî Kurdên li bajarê Serdeştê, daxuyaniyek daye û ji bo careke din trajediyên wiha çênebin banga tevgerînê kiriye. Piştî vê êrîşa tirsnak deh sal bi şûn de OPCW ava bûye û 193 welat ev peyman îmze kiriye. Li dijî sûcên şer ên berdewam in, êrîşkara bi çekên kîmyewî endameke NATO’yê jî be divê OPCW bi erka xwe rabibe û demildest tevbigere.“

Di daxuyaniyê de ji bo OPCW bi erka xwe rabibe, bang li rêxistinên civaka sivîl ên Fransî, pisporên mijarê û partiyên siyasî hat kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.