Li Marsîlyayê bi sedan kes xwedî li berxwedana zindanan derket

Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û xwedî li berxwedana girtîgehan û ya Rojava hate derketin.

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdarê û vir ve greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Ji bo xwedîlêderketina berxwedana grevên birçîbûnê û protestokirina êrîşên li ser Rojava li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê çalakiyek hate lidarxistin.

Gel saet di 13.00’an de li Qada Canabîereyê hate gel hev û meşek li dar xist. Di çalakiyê de alayên PKK, YPG, TJK-F û TCŞ’ê hate hildan.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê terostîst’ û ‘Erdoganê kujer’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate berzkirin.

Di mîtîngê de belavok hate xwendin û li ser Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk axaftin hate kirin

.