Li Marsîlyayê berxwedana gerîla hat silavkirin

Kurdên li Marsîlyayê li hemberî êrîşên dagirkeriyê daketin kolanê û berxwedana gerîla silav kirin.

Li Marsîlyayê bi pêşengiya TCŞ û Teko-Jin Peymana Lozanê hat şermezarkirin, her wiha xwedî li berxwedana gerîla hat derketin.

Di çalakiya ku li Meydana Canebîere hat lidarxistin de dewletên ku piştgirî didin dewleta Tirk hatin protestokirin.

Her wiha di çalakiyê de peyama “Em li her derê berxwedanê mezin bikin” hate dayîn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û YPG’ê hatin hilgirtin.

Bi berdwamî dirûşmeyên “Erdoganê terorîst”, “PDK ya hevkar” û “YE ji qirkirinê re bêdeng nemîne” hatin berzkirin.