Li Marsîlya û Lîmasolê êrişên dagirker hatin şermezarkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Lîmasol ê Kibrisê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi şîara ‘Em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê bersivê bidin dagirkerî û qetlîamê’ meşek hate lidarxistin.

Kurdên ji bajarên Montepîller, Marîgnane û Dragûîgnanê jî tevlî meşê bûn. Meş saet di 18.00’an de li Qada Canabîereyê dest pê kir û heta Qada Vîeûx Portê meş hate kirin.

Meşvan bi sloganên ‘Bijî 15’ê Tebaxê’, ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Terorîst Erdogan’ meşiyan. Nêzî 5 hezar kes tevlî meşê bûn. Piştî meşê li Qada Vîeûx Portê mîtîngek hate kirin.

Di mîttîngê de Hevserokê NCDK’ê Cevat Guneş axivî û belavoka bi Fransî hate xwendin. Çalakî bi stranên hunermendên TEV-ÇAND û govendê bi dawî bû.

LÎMASSOL

Li bajarê Lîmassol ê Kibrisê jî êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Bi banga Navenda Civakî ya Demokratîk a Teofîlosê çalakî li Moloz Parkê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze pêvajoya komployê bi dawî bike û li ser gelê Kurd qetlîamên mezin tê kirin.

Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê faşîst’, ‘Tirkiyeya qatil’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.