Li Marsîlya, Stûttgart û Zurîchê ciwan li ber êrişên dagirker rabûn

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî çalakiyek bi heman armancê hebû.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst, êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di meşê de ku bi dirûşma "Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne" di çarçoveya pêngava "Bi hev re serhildan" de hate lidarxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û TCŞ'ê hatin hildan.

Bi Fransî û Kurdî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Nous sommes PKK ( Em hemû PKK'î ne)" hatin qîrîn û işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di çalakiyê de bang li CPT hate kirin ku li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi rola xwe rabe. Çalakî bi daxuyaniyê bi dawî bû.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Meşa ku li ber Globûsê dest pê kir heta stasyona navendî dewam kir.

Çalakgeran bi qîrîna dirûşman berxwedana gerîla silav kirin û çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.

STÛTTGART

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin.

Çalakgeran têkildarî mijarê belavokek xwendin û girseya gel a li herêmê jî çalakî bi baldarî şopand.