Li Lyonê konferansa Cizîrê hate kirin

Li bajarê Lyonê ya Fransayê derbarê komkujiyên dewleta Tirk a li Cizîrê konferansek hate kirin. Faysal Sariyildiz got sûcên mirovahiyê yên li Cizîrê bi belgeyan ispata bûne.

Ji bo kesên ku li Cizîrê ya Şirnexê di navbeyna 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de dema berxwedana xwerêveberiyê de li 3 jêrzemînan ji hêla dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin li bajarê Lyonê yê Fransayê bi pêşengiya Amîtîe Kurd bi navê, ''Tiştên ku di xwerêvberiya Cizîrê de hatine jiyîn'' konferansek hate lidarxistin.

Di konferansê de gelek akademîsyen, nûnerên civaka sivîl, gelek Fransiz û wekîlê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî hazir bûn.

Sariyildiz bi bîr xist, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Kurdistanê sûcê dijî mirovahiyê kiriye û got, ''Ez bûme sûcên şer ên li Cizîrê. Dora Cizîrê bi sedan tangî pêçana û bi tangan bajar hate bombekirin. Mehmet Tûnç dema ku bi telefonê li Parlamentoya Ewropayêaxivî û rewş gotî, ''dewlet dibêje em ambûlansan dişînin lê nahêlin'' îdîayek danî holê, lê ya ku ambûlansên ku şandine ne ji bo birîndaran bûn, ji bo ku sotemeniya tangan dagirkirin şandibûn. Li jêrzemînan sivîl, hunermend û nûçegihan hebûn û li bendê bûn ku werin xilaskirin lê Erdogan bi gotina 'terorîst' xwest ku komkujiyê meşrû bike''.

Sariyildiz bi berdewamî got, ''Piştî çend rojan dema ku em çûn me halê şewitî yên jêrzemînan dît. Yê ku wêne şanî me dan nûçegihan Rohat Aktaş bû û ew nûçegihan jî ji hêla dewletê ve hate şewitandin. Dewlet ji bo ku sûcên şer veşêre xwest ku wan kavilan ji holê rake û hemû kavil avêtin cemê Dîclê. Di nav wan kavilande parçeyên laşê mirovan hebûn. Sedsala 21'ê me gelek sûcê mirovahiyê dîtin. Me hemû belge li saziyên Ewropa gerandin lê ti saziyeke ku Erdoganê destpot darizîne derneket. Ev a ku Ewropa kirî ne etîk bû.''