Li Lûzernê coşa ciwanan a ‘salvegera damezrandinê’

Endamên TCŞ û TêkoJIN’ê salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê bi coş pîroz kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê bi boneya Salvegera 44’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) meşek hat lidarxistin.

Ciwanên ku ji bo meşê hatin ba hev, belavoka têkildarî wate û girîngiya meşa azadiyê ya 44 salan amadekirîn, xwendin û ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan.

Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” bi coşek mezin berz kirin. Ciwanan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan berxwedanek bê hempa raber dikin, silav kirin.