Li Lundê dîwarê dagirkerina Efrînê hat şermezarkirin

Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê, dest bi lêkirina dîwarê şermê kir. Dagirkeriya dewleta Tirk û ev pêkûtiya wê li bajarê Lund ê Swêdê hate protestokirin.

Li bajarê Lund ê Swêdê dagirkeriya dewleta Tirk û lêkirina dîwarê şermê ya ji hêla dewleta Tirk ve bi mîtîngekê hate protestokirin. Di mîtîngê de Zîlan Altun axivî û bal kişand ser dagikriya dewleta Tirk û hevkariyia wê ya bi çeteyên DAÎŞ’ê. Altun diyar kir ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî ji bo bixe ser xaka Tirkiyê li dora Efrînê dîwar lê dike.

Altun, balkişand ser berxwedanên greva birçîbûnê û êrîşa dewleta Tirk ya li dijî dayikan şermezar kir. Altun bêdengiya cîhanê ya li hemberî hovîvitya dewleta Tirk jî şermezar kir û bang li hukkumeta Swêdê û yekîtiya Ewropayê kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.