Li Lozanê dijî tecrîd û êrişên kîmyewî çalakî hat lidarxistin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medya li Lozanê hat şermezarkirin.

Li bajarê Lozan a Swîsreyê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li ser Herêmên Parstinê yên Medya ku bi mehane didome û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Kurdistaniyan li ser banga çalakiyê ya Tevgera Ciwanên Têkoşer (TCŞ) û Jinên Têkoşer (TekoJIN) saet 17:00’an li ber Dêra Laûrentê hatin cem hev.

Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin û ji bo teşhîrkirina êrişên kîmyewî û gazên jehrî cilên spî liber kirin û maske lêxistin.

Di axaftinên ku ji aliyê endamên TCŞ û TekoJin hatin kirin de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi rengekî ku derketiye derweyî sînorên xwe li dijî gelê Kurd şerekî qirêj birêve dibe û hate gotin ku bi vê yekê qirkirina gelê Kurd tê hedefkirin.

Di axaftinan de her wiha îşaret bi bêdengiya dewletên Ewropa û NATO’yê hat kirin û hat diyarkirin ji ber ku şirîkê sûcê ne lewma bêdengin.

Her wiha bal hat kişandin ser helwesta ciwanên Kurd ya li hemberî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ev hate gotin, “Li hemberî van êrişan di serî de ciwanê Kurd em Kurdistanî bi berxwedaniyeke topyekûn azadiya Rêbertiya xwe esas bigirin û xwedî li berxwedana gerîla derkevîn û emê teşhîrkirina rûyê qetlîamkar ê dewleta Tirk bidomînin.”

Piştî axaftinan çalakvanan belavok li ser welatiyên li hawîrdorê bûn belavkirin û têkildarê karanîna çekên kîmyewî agahdarî hat kirin.

Çalakî piştî xwendina belavokên bi zimanê Fransî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.