Li Lozan û Marsîlyayê şehîd hatin bîranîn

Şehîdan Ararat Zerya û Huseyîn Firat li Lozanê û Senar Zagros, Şoreş Heval û Tahsîn Agît yên di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne li Marsîlyayê bi merasîmekê hatin bibîr anîn.

Ji bo bîranîna gerîlayên HPG’ê yên şehîd bûnî li bajarê Lozan a Swîsreyê û bajarê Marsîlya ya Fransayê merasîm hatin lidarxistin.

Fermandara YJA-Starê Ararat Zerya (Bêrîvan Onal) ya 1’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastina Medya ji ber birûskê şehîd bûbû û gerîlayê HPG’ê Huseyîn Firat (Cîhan Erbaş) ê 22’ê Tebaxa 2020’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Findik a girêdayî navçeya Hassa ya Hatayê de şehîd bûbû li bajarê Lozanê ya Swîsreyê hatin bibîr anîn.

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin. Li gel xizm û malbatên Ararat Zerya û Huseyîn Firat, gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.

Berdevka KOMAW a Lozanê Sevgî Koyûncû û Îshak Arslan di axafitinên xwe yê vekirinê de bal kişandin li ser girêdana bi bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Piştre sînevîzyonek ku tê de bi vegotinên şehîdan bixwe yên li ser jiyana têkoşînî û tevlîbûna xwe ya di nava têkoşîna azadiyê de hatibû amadekirin hat nîşan dan. Her wiha qeyda deng a peyama rêhevalên têkoşînê yên Ararat Zeryan yên piştî şehadeta wê hatin guhdarkirin.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr di destpêka axaftina xwe de şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibîr anî û têkildarê êrişên îmha û dagirkeriyê yên topyekûn ên li ser gelê Kurd û Kurdistanê nirxandin kir.

Goksûngûr diyar kir, “Bi bingeh girtina paradîgmaya Rêberê xwe û berxwedana Semayan, Bêrîtanan û Zîlanan, emê bi afirandina Kurdistana azad û azadkirina Rêbertiya xwe ve ji xeyalên hevalên me Ararat Zeryan û Huseyîn Firat yên ku bi tîpên zêrîn navê xwe di têkoşîna azadiyê de nivîsandine bibin bersiv.”

Nûnerê KOMAW a Swîsreyê Tahsîn Farqîn û xizmên şehîdan jî axivîn. Piştî axaftinan merasîm bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bidawî bû.

MARSÎLYA

Gaziyê HPG’yî (Senar Zagros) yê li Elmanya jiyana xwe ji dest dayî û Şoreş Heval û Tahsîn Agît ên li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûbûn li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîm ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komîteya Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê ve destpêkir.

Piştre her yek ji malbatên şehîdan axaftinek pêşkêş kirin û diyar kirin ku ewê bi rengekî bibiryar di rêya şehîdan de bimeşin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek hat nîşandan û li pey vê li ser navê DKTM’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin li ser berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medya ya didome.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.