Li Londrayê şehîdên Parîsê hatin bibîranîn

Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li Londrayê bi meşekê hatin bibîranîn.

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li paytexta Îngilîstanê Londrayê bi meşekê hatin bibîranîn.

Meş di pêşengtiya TCŞ, TekoJIN û Însiyatîfa Jina Kurd a Brîtanya ve li qada Trafalgarê hate lidarxistin. Di meşê de wêneyên sê jinên şoreşger û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Gelek Kurd û dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de belavokên bi zimanê Ingilîzî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de TCŞ, TekoJIN û Însiyatîfa Jina Kurd a Brîtanya daxuyanî da.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Sara, Rojbîn, Ronahî” bi dawî bû.