Li Londrayê li dijî dagirkeriyê meşa dirêj dest pê kir

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li Londrayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJin meşa dirêj a ji bo 3 rojan dest pê kir.

Meşa dirêj a li dijî dagirkerî û xiyanetê bi pêşengiya tevgera ciwanan “Tevgera Ciwanên Şoreşger” (TCŞ) û “Jinên Ciwan ên Têkoşer” (Tekojin), li ser rêya Herfordê di saet 13:00’an de bi coşek mezin dest pê kir.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werîn cenga azadiyê” hilgirtin.

Di destpêka meşê de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê deqîqeyekê rêz hat girtin.

Her wiha di meşê ev bang hat kirin: “Ferasetên faşîst ku binketina xwe ya li hemberî gerîlayên li ser çiyayên Kurdistanê qebûl nakin, serî bikaranîna çekên kimyewî ku sûcê şer e kirin û ev yek niha di astek jor de tê kirin. Em bi dirûşmeya ‘Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werîn cenga azadiyê’ bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa û dostên wan dikin ku Kurdistanê biparêzin û xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Ciwan wê îro 10 kîlometreyan bimeşin û tevlî çalakiyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bibin.