Li Londrayê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Li Londrayê bi sedan kes li hev kom bûn û komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bi sedan kes ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê li pêşiya avahiya BBC ya Londrayê kom bûn.

Girseyê flama û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG û YPJ’ê hildan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire komplo’ û ‘Erdoganê qatil, Tcya terorîst’ berz kirin. Çalakgeran li hemberî çekên kîmyewî yên ku li Qendîlê li hemberî qadên gerîlayan tên bikaranîn jî pankart hildan.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîrza Serhat di mîtîngê de ya li pêşiya avahiya BBCê axivî û diyar kir ku gelê Kurd li hemberî komploya 23 salan têdikoşe.

Serhat diyar kir ku wê têkoşîna li hemberî komployê ya bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ teqez bi ser bikeve.

Berdevkê Brîtanyayê KCK-Başûr Heval Sîwan jî bal kişand ser êrişên li ser gerîla yên ku bi destê PDK’ê tê kirin û xwest PDK dev ji îxaneta xwe ya li hemberî gelê Kurd berde.

Piştî axaftinan girse ber bi Oxforf Cîrcûsê meşiya û di meşê de bi sedan belavok belav kir.

Meş li qada Trafalgarê bi dawî bû û komên piştgiriya Kurdan dikin axivîn. Dia axaftinan de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin.