Li Londrayê ji bo Şengalê çalakî hate lidarxistin

Êrişa ku dewleta Tirk a dagirker biribû ser Şengalê li Londrayê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Londra û Brîtanyayê gel li pêşiya Parlementoya Îngîltereyê kom bûn û bêdengiya Îngîltereyê ya li hemberî êrişên qirker protesto kirin. Gelê Kurd êrişa li ser Şengalê û kuştina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda protesto kirin û bang li Îngîltereyê kirin ku bila li hemberî qetlîaman dengê xwe bilind bikin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dema êrişî Şengalê kiriye, li hemberî gelê sivîl sûcê şer kiriye.

Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Şengal’ û ‘Erdoganê kujer’ hate berzkirin.