Li Londonê bi hezaran jinan silav ji Leyla Guven re şandin

Bi hezaran jin tevlî çalakiyên 8’ê Adarê yên li Londonê bûn. Jinên Kurd mohra xwe li çalakiyê xistin û berxwedana Leyla Guven silav kirin.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jin daketin qadan. Di çalakiyê de peyamên piştgiriya têkoşerên greva birçîbûnê hate dayîn.

Di çalakiyê de jinên Kurd mohra xwe li çalakiyan xistin. Di çalakiyê de muzîkên bi Kurdî hatin lêdan û hate diyarkirin ku jinên Kurd pêşengtiyê ji têkoşîna jinan re dikin.

‘BI FIKRÊN OCALAN ŞOREŞA JINÊ HATE LIDARXISTIN’

Di mîtîngê de li ser navê saziyên jinên Kurd, Elîf Sarican çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin û hate diyarkirin ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava şoreşeke jinan tê lidarxistin. Sarican bal kişand ser vî tiştî ku jinên Kurd derbên xurt li DAÎŞ û faşîzmê dan û berdêlên giran dan.

Di çalakiyê de wêneyê şoreşgera jin a Îngilîz Anna Campbell a ku li Efrînê hate qetilkirin, çalakgera greva birçîbûnê Leyla Guven û alayên YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de pankarteke mezin a ‘Jin, jiyan, azadî’ hate vekirin. Bi hezaran jin piştî mîtîngêheta bi Qada Leîchesterê meşiyan.