Li Londonê li dijî komkujiyan banga berxwedanê hate kirin

Li Londonê, di bîranîna 'Me komkujî ji bîr nekir' de Ferhat Encu axivî û got, "Di hiqûqê de hêvî nîne. Em ê bi berxwedanê, di şexsê Roboskî de hesabê komkujiyan hemûyan bipirsin."

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, qurbaniyên Komkujiya Mereşê ya 1978'an, komkujiya girtîgehan a bi navê 'Vegera li jiyanê' ya 19'ê Kanûna 2000'î û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an ku bi balafirên şer ên dewleta Tirk hate kirin, bi çalakiyeke girseyî bi bîr anî.

Bîranîn li Navenda Çanda Elewiyan a Îngilistanê pêk hat û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, hevserokên rêxistinên Elewiyan, endam û rêveberên rêxistinên civakî yên demokratîk tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, ji bo kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan 'çira' hate vêxistin.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku di komkujiya Roboskî de 27 xizmên xwe wihda kir bi rêya 'skype' tevlî merasîmê bû û qala Komkujiya Roboskî kir. Encu anî ziman ku mîna roja destpêkê êşa wan hînê teze ye û got, "Ji bo edaletê me têkoşîna hiqûqî meşand. Li dijî yên ku ev komkujî dan kirin me têkoşîna 'careke din neyê kirin' meşand. Dema ku me ev têkoşîn meşand em hatin girtin, li me dan, hatin destgîrkirin û gelek caran doz li me hatin vekirin. Li dijî van kiryaran em hîn jî têdikoşin. Li aliyê din ên ku ev komkujî kirin komkujiyên nû dikin. Ji bo komkujiyê gotin 'şaşitiyeke ku bivênevê' bû. Parlamenterên AKP'î ev yek li meclîsê gotin. Ji bo komkujiyeke bi zanebûn û plankirî gotin 'şaştiyeke bivênevê'. Rêya darizandinê girtin. Dema ku mijar serwer bin û yên mexdûr jî mezlûm bin, hingî dadgehên navneteweyî jî naxebitin. Sûcên serweran hatin nixumandin."

'BI BERXWEDANÊ HESAB DIKARE BÊ PIRSÎN'

Encu got, "Êş ti carî neguherî. Di sala 10'emîn de jî em ê ti carî dest ji vê dozê û têkoşînê bernedin. Roboskî komkujiyeke. Li Serokatiya Fermandariya Giştî hate plankirin û pêkanîn. Berpirsyarê komkujiyê, desthilatdarî û sîstema heyî ye. Hêviya me nîne ku ji aliyê hiqûqî ve hesabê Roboskî li vî welatî bê pirsîn. Di hiqûqê de hêvî nîne. Em ê bi berxwedana xwe, di şexsê Roboskî de hesabê komkujiyan hemûyan bipirsin. Ya girîng piştevaniya me ya bi hev re ye, têkoşîna hevpar e." Encu bang li şoreşger, demokrat û welatparêzan kir ku bibin dengê Roboskî.

Piştî axaftina Encu, sînevîzyonek li ser Komkujiya Roboskî hate nîşandan. Piştre jî hunermendan li ser Roboskî stran gotin.

Piştre jî Osman Baydemîr li ser heman mijarê axivî û herî dawî sînevîzyonek li ser Komkujiya 19'ê Kanûnê hate nîşandan.

Bernameya bîranînê bi vî rengî bi dawî bû.