Li Londonê ji bo PKK'ê kampanya îmzeyan dest pê kir

Li Londonê bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd, ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, kampanya îmzeyan dest pê kir. Bi vê armancê kombûneke ciwanan hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin bi kombûneke ciwanan dest bi kampanya îmzeyan kirin.

Beriya niha li Swîsre, Elmanya, Fransa û Yewnanistanê jî kampanyayên bi heman rengî hatibûn destpêkirin.

Êvara 15'ê Çileyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariyeke girseyî kombûnek hate lidarxistin.

Di vê kombûnê de ku di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' pêk hat, destpêkê nîqaş li ser pêvajoya siyasî hate kirin.

Di vê kombûnê de ji bo PKK ji 'lîsteyên rêxistinên terorê' bê derxistin, îmze hatin komkirin.