Li Londonê dagirkerî hate protestokirin

Kurdên ku li paytexta Brîtanya Londonê, êrîşê qirker ên dewleta Tirk protesto kirin, bang li welatên Ewropayê kirin. Di çalakiyê de peyamên wê berxwedan serketinê bîne hatin dayîn.

Êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker li paytexta Brîtanaya Londonê her roj tê protestokirin.

Girseya ku li pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê ya 10 Dowîng Street kom bûn, di serî de bang li dewleta Îngîlîz û hemû Ewropayê kirin ku li dijî êrîşên li ser Kurdan bibin xwedî helwest.

Di çalakiya li ser navê Însyatîfa Jinên Kurd hate kirin de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Dewleta Tirk dewletekî terorê ye’, ‘Îngilîz divê dawî li desteka xwe ya ji bo Tirkiyeyê bîne’ û ‘Dawî li êrîşên faşîstan ên li Kurdistanê bînin’ hatin qîrkirin.

Li ser navê Însyatîfa Jinên Kurd Elîf Sarican axivî û diyar kir ku dewleta Îngilîz bazirganê herî mezin ê çekan ê dewleta Tirk e, bal kişand ku destê Îngîltere bi xwîne.

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya Ercan Akbal jî axivî û diyar kir ku li dijî faşîzma dewleta Tirk wê berxwedan serketinê bîne.