Li London û Munchenê bîranînên 3'ê Tebaxê: Bila statuya Şengalê bê naskirin

Li paytexta Îngilistan Londonê û li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi wesîleya salvegera Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxê çalakî hatin lidarxistin û daxwaza naskirina statuya xweser a Şengalê hate kirin.

3'ê Tebaxê roja Çarşemê li Londonê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Komuna Ciwanan a Şehîd Fîraz Dag û Meclîsa Jinê ya Jiyan çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê hatin bîranîn û li ser dîrok û trajediya Şengalê, her wiha serketina PKK'ê û berxwedana ku hîn jî dewam dike, daxuyaniyek hate dayin.

Di çalakiyê de lîsteyek ji daxwazan jî hate xwendin:

"*Komkujiya ku li Şengalê hate kirin divê ji aliyê tevahiya cîhanê ve weke 'Qirkirina Êzidiyan' û 'Roja qirkirina jinê' bê qebûlkirin.

*Ji bo careke ferman li civaka Êzidî neyê rakirin, divê statuya Şengalê bê naskirin, xweserî bê qebûlkirin û piştgirî jê re bê dayin.

*Di serî de rêxistin û tevgerên jinan hêzên demokratîk û pêşverû ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne bixebitin û bibin şopdarên mijarê.

*Saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk li ber zext û zordariya li civaka Êzidî têne ferzkirin rabin û îradeya civaka Êzidî ji xwe re bikin esas, xwerêveberî û xweparastina wan nas bikin.

*Şert û merc bêne afirandin ku civaka Êzidî li xaka xwe yanî li Şengalê vegerin."

MUNCHEN

Li bajarê Munchenê yê Elmanyayê bi heman armancê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Mîtîng li qada Stachûsê pêk hat û ji bo naskirina xweseriya Şengalê bang hate kirin.

Di mîtîngê de ji bo şermezarkirina qirkirinê pankart hatin hildan, alên YBŞ'ê hatin nîşandan û belavoka KON-MED'ê hate xwendin û belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bijî berxwedana gerîl" hatin qîrîn.