Li London û Atînayê roja duduyan a Meşa Dirêj bi dawî bû

TCŞ û TekoJIN’ê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ dest bi Meşa Dirêj kirîbû, meşa ciwanan a li Îngilîstanê û Yewnanîstanê di roja duduyan de ye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ meş li dar xistin. Meşa Dirêj a Îngilîstanê û Yewnanîstanê di rojan duduyan  de ye.

LONDON

Tevî şert û mercên hewayê yên xerab jî, roja duyemîn a çalakiya Meşa Dirêj a li Londonê bi dawî bû. Kurdistanî û dostên xwe yên li navenda bajêr hatin ba hev, piştî girtna rêzê ji bo giyanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest bi mêşa xwe kirin.

Çalakgeran pêlavên mekab ên bûne sembolek ji sembolên gerîla hildan û dirûşmeyên “Bijî gerîla“ û “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên TCŞ’ê hatin hilgirtin. Dayik jî bi zarokên xwe re tev li meşê bûn.

Di çalakiyê de, êrîşên qirqirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin protestokirin û banga hestyariyê li gelên cîhanê hat kirin.

Meşa dirêj li Parka Hyde ya navdar bi dawî bû. Belavokên li ser êrîşên dagirkeriyê û sûcên şer ên dewleta Tirk ên bi Îngilîstanê hatin belavkirin.

Meşa Dirêj a li Londonê ya ciwanan wê sibehê (1‘ê Hezîranê) roja seferberiyê ya navneteweyî de dewam bike. Meş wê saet di 11.00’an de ji Baxçeyê Hîghbûry yê Islîngtonê, li N1 2LF‘yê destpê bike.

ATÎNA

Roja duyan a Meşa Dirêj a Tevgerên ciwanên Kurd ên li Yewnanistanê TCŞ û TekoJIN li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dane destpêkirin temam bû.

Beşê ewil ê meşa duh li Kempa Lavrîoyê bi tevlêbûna bi sedan kesan bi kêf û coş destpê bû, li Marco Poûloyê bi dawî bûbû. Di roja duyan a meşê de çalakgerên ji Marco Poûloyê bi rê ketin, berêvarê gihîştin Palanîayê.

Çalakgerên bi pankartên ‘’Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê’’ û ‘’Kurdistanê biparêze’’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê meşiyan û dirûşmeyên ‘’Gerîla dimeşe erd û asîman dihejin’’, ‘’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Dîsa dîsa serhildan, serokê me Ocalan’’ û ‘’Bimire xiyanet’’ berz kirin û stranên şoreşê gotin.

Çalakgerên berêvarkî gihîştin Palanîayê, li Salona Şanoyê ya Palanîayê şahî kirin. Şahî bi stran û dirûşmeyan û govendê bi dawî bû.

Çalakger, wê sibehê jî meşa li Atînayê temam bikin. Li ber Akademiya Atînayê wê gel were pêşwazîkirin û wê bi daxuyaniya li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê wê çalakî bi dawî bibe.

Piştî çalakiyê di çarçoveya pêngava 1‘ê Hezîranê de wê li Kempa Lavrîo şahiya gel bihê lidarxistin.