Li Lîmassolê dagirkeriya Tirk hate protestokirin

Kurdistaniyên li Lîmassolê hatin ba hev, dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Lîmmasol a Qibrisê hatin ba hev, dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Piştî çalakiya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û şûnde li ser navê Meclîsa Gel axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku hevkariya PDK li gel dewleta Tirk dike û polîtîkaya dişopîne şerê Kurd bi Kurdan derdixe û ev hate gotin: “Divê tu partiya Kurd nebe hevparê vê dîroka qirêj û lê temaşe neke. Bang li NY û hêzên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin. Li hember bêhqûqiya dewleta Tirk bêdeng nebin, nebin hevkar.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Faşîst Tirkiye’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.