Li Lîmasolê tecrîd hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lîmasolê daketin qadan û tecrîd protestokirin.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê bi çalakiyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û Înîsiyatîfa Jinên Kurd, gel li ber Şaredariya Lîmasolê hatin ba hev û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG, YPJG û YPJ‘ê hatin hildan. Berî çalakiyê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Di çalakiyê de girseya gel bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Hezar silav ji Îmraliyê re " û "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok" berz kirin.

Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Kamil Akalin axivî. Akalin diyar kir ku gelê Kurd ji tendirustî, ewlehî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikare. Akalin bang li CPT’yê kir ku demildest bi peywîra xwe rabe.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.