Li Limasolê mîtînga ji bo azadiya Ocalan

Kurdên ku li bajarê Limasol ê Qibrisê li hev kom bûn li dijî tecrîdê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî li dar xistin.

Li bajarê Limasol ê Qibrisê bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Qibrisê çalakiya "Azadî ji Ocalan re" hate lidarxistin.

Kurd li Moloz Parkê li hev civiyan, belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di çalakiyê de operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Dîktator Erdogan" û "Faşîst Tirkiye" qîriyan. Çalakî bi xwendina belavoka Însiyatîfa Jinê bi dawî bû.