Li Lîmasolê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî çalakiya konvedanê

Ji rêze çalakiyên ku li seranserê Qibrisê ji bo teşîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatine destpêkirin, îro bi çalakiya konvedanê li Lîmasolê dest pê kir.

Kurdistaniyên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, li dijî êrîşên qirkirinê yên artêşa AKP-MHP'ê ya bi çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber Şaredariya Lîmasolê çalakiya konvedanê dan destpêkirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Însiyatîfa Jinan û Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hat destpêkirin.

Kurdistaniyan di çalakiyê de belavokên bi zimanên Yewnanî û Îngilîzî belav kirin. Gelê Qibirisê û tûrîstan eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê da. Çalakgeran jî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan ku bi çekên kîmyewî û qedexekirî pêk tîne teşîr kirin.

Di çalakiyê de siyasetmedar Kamil Akalin axivî. Akalin diyar kir ku ji bo êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên çekên kîmyewî yên ku bi delîlan hatine îspatkirin teşîr bikin, ew ê bi çalakiyên ku plan kirine li tevahiya Qibrisê her roj li qadan bin.

Akalin derbarê plansaziya çalakiyan de jî ev agahî da: “Ji îro pê ve 3 rojan li Lîmasolê, dawiya hefteyê 2 rojan li Larnacayê û herî dawî jî 3 rojan li Nicasîa li ber avahiya Meclîsa Qibrisê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Balyozxaneya Emerîkayê ji 12.00’an heta êvarî saet 18.00‘an de standan danîn. Herî dawî jî 25’ê Mijdarê roja Înê em ê heta Deriyê Sînor ê Lidra Palace yê li Nîcasîa ve meşeke girseyî li dar bixin. Bi vê boneyê em hemû gelê xwe yê li Qibrisê dijîn, dostên xwe yên Qibris û hemû kesên ji bo azadiyê têdikoşin vedixwînin meşa xwe."