Li Lîmasolê êrîşên kîmyewî hatin protestokirin

Li Lîmasolê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin, di maça futbolê de bi du pankartên cuda yên mezin re bal kişandin ser êrîşan û peyama dilsoziya bi gelê Kurd re hat dayîn.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst li dijî gerîlayên azadiyê pêk tîne, daketin qadan.

Komîteya Piştgiriya bi gelê Kurd ên Qibrisê û Kurdistaniyên ku li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê hatin cem hev, ji vir dest bi meşê kirin. Girseyê meşa xwe li ber Şaredariya Lîmasolê bi dawî kir û li vir jî dest bi mîtîngê kir.

Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên azadiyê yên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûne, alên PKK, HPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û di şexsê gerîlayên azadiyê yên di êrîşên kîmyewî de şehîd bûn de ji bo bîranîna tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Bi zimanên Kurdî, Tirkî û Yewnanî dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “TC ya faşîst”, “Bimre xiyanet”, “Qatil Erdogan”, “Tolhildan tolhildan”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Kurdistanê re azadî” hatin berzkirin.

Piştre aktîvîsta jin Fatma Temel axaftinek kir, belavokên bi zimanên Îngilîzî û Yewnanî yên ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ve hatibûn amadekirin, hatin xwendin û li qadê hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta dawî li vê hovîtiyê bê ew ê her roj li qadan bin û bang li her kesê ku têkoşîna rûmetê dimeşîne hat kirin ku li dora berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya gelê Kurd bicivin.

DI PÊŞBIRKA FOTBOLÊ DE PANKARTÊN MEZIN HATIN DALIQANDIN

Rêxistinên Ciwanên Antîfaşîst ên Qibrisê (ANTIFA) jî bi armanca şermezarkirina êrîşên kîmyewî, di pêşbirka fotbolê ya di navbera 2 tîmên futbolê yên li Qibrisê de hat lîstin, pankartên bi nivîsa “Çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurd tên bikaranîn rawestînin” daliqandin.

Çalakvanan diyar kirin ku wan ji bo protestokirina êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a faşîst a li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurd ev çalakî li dar xistine, her wiha bi bîr xistin ku îsal meha Mijdarê salvegera rizgarkirina Kobanê ye û diyar kirin ku ew vê çalakiyê diyarî şervanên ku Kobanê azad kirinî dikin.

ANTÎFA'yê li ser hesabê xwe yê Facebookê bi daxuyaniyekê armanca çalakiyan eşkere kir, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li beramberî êrîşan şermezar kir û got, “Em li cem têkoşîna gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk a dagirker in” û banga hevgirtinê kir.