Li Lîmasolê di Festîvala Çandê de 2157 îmze hatin komkirin

Li Qibrisê di Festîvala Çandê de ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin 2157 îmze hatin komkirin.

Festîval ku li bajarê Lîmasol ê Qibrisê her sal tê lidarxistin, îsal jî bi coş pêk hat. Kurdistanî bi kincên xwe yên gelêrî û xwarina xwe tevlî festîvalê bûn.

Qada ku bi hezaran kes lê kom bûn, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG û HPG'ê hate xemilandin.

Di festîvalê de ku ji welat û çandên cuda mirov li hev civiyan, xwarinên herêmî hatin nasandin, govend hate gerandin û stran hatin gotin.

Her wiha koroya zarokan a Teofîlos derkete ser dikê. Zarokên ku bi kincên gerîla û yên neteweyî derketin ser dikê, stranên bi Kurdî gotin.

Tevî Kurdistaniyan her wiha gelek tûrîst û Qibrisî jî li qada festîvalê kom bûn.

Di festîvalê de ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin, îmze hatin komkirin. Di festîvalê de ji bo PKK'ê di nava du saetan de 2157 îmze hatin komkirin.