Li Lîbyayê aloziya di navbera Misir û Tirkiyeyê de

Misir gelo wê li gorî banga Lîbyayê tevbigere yan jî wê li hemberî Tirkiyeya ku bi Îhvanê dora Misirê girtiye, bêdeng bimîne? Gelo rastiya li qadê çi ye?

Rewşa li Lîbyayê êdî bi mudaxeleya dewleta Tirkan ji şerê wekaletê derketiye û ber bi şerê dewletan ve diçe. Gelek dewlet tevlî vê meseleya Lîbyayê bûne. Aloziya di navbera Misir û dewleta Tirk de jî zêd dibe.

Lê gelekî zelal e ku bersiva pirsa “Gelo şerê dewletan dest pê dike?” ne bi hamaseta pûç a Tirkan û ne jî bi gotinên xemilandî yên wêjeya Ereban em nikarin hîn bibin.

Dema mirov li şerê li Sûriyeyê yê 10 salan, şerê li Ûkraynayê, şerê li Yemenê, aloziya di navbera Îran û welatê Kendavê de binihêre, mirov dikare bibêje ku wê şerê li Lîbyayê wê bi şerekî wekaletê yê ‘pro-aktîf’ bidome.

Lê dîsa jî îxtîmala şerê di navbera dewletan ne dûrî îxtîmalan e. Ji ber ku di çavkaniya krîzan de tiştên sembolîk ên wekî “nakokiyên îdeolojîk,” “van munît”, “îlhaka Qudûsê” û “Ayasofyayê bikin camî” tune.

EKONOMÎ DIKARE ŞER BIDE DESTPÊKIRIN

Pergala cîhanê êdî tiştên wisa nake hinceta şer. Yek ji hemana ku dikare şerê di navbera dewletan de bide destpêkirin, ekonomî heye. Yanî çavkaniyên xav, bazar û girîniya jeo-stratejîk.Ev tişt li Lîbyayê zêdetir hene. Ji ber vê jî îxtîmala şerê dewletan ne dûr e.

Dema mirov li pêngavên rojên dawîn binihêre, mirov dibîne ku hemû alî li ser navê dîplomasiyê pêngavan dikin.

Artêşa Lîbyayê ya Neteweyî ya pêşengiya General Xelîfe Hafter di mehên dawîn ên 2019’an de bi piştgiriya Rûsya, Misir, BAE û piştgiriya ‘bêdeng’ a DYE’yê, Hikumeta Mûtabakata Neteweyî ya ku Tirkiye, Katar û Îtalya piştgiriyê dide wê di bajarên Trablûs û Misratayê asê kir.

Piştî ku Rûsyayê hêzên xwe ji Tarhûnayê vekişand, Hikumeta Mûtabakata Neteweyî ya bi pêşengiya Biraderên Misilman, bi piştgiriya hewayî ya dewleta Tirk herêmên wekî Tarhûa, Baregeha El Vattiye stend, çavê xwe bera herêmên petrolê Sirte û Cufrayê da.

Piştî van geşedanan wezîrên aborî, parastin û karên derve yên Tirkiyeyê çûn serdana hikumeta Fayîz El Sarrac a li Trablûsgarpê. Li gorî îddîyan peymanek hate îmzekirin. Di vê peymanê de li beramberî piştgiriya leşkerî wê petrola Lîbyayê jî bidin Tirkiyeyê.

SÎNYALA MUDAXELEYA LEŞKERÎ

Piştre Misiri kete dewrê. Serokkomar Abdulfettah Es Sîsî di 6’ê Hezîranê de fermandar Hafter û Serokê Meclîsa Temsîlkaran Akîle Salîh Îsa li Qahîreyê ezimand.

Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û Danezana Qahîreyê hate eşkerekirin. Ev danezan pêvajoya muzakereya siyasî derdixe pêş.

Di danezenê de xalên wekî “bila agirbest were pêkanîn”, “di bin çavdêriya neteweyên yekbûyî de bi formata 5+5 bila muzakere were destpêkirin,” û “hemû hêzên biyan bila ji welat derkevin” heye.

Xala dawîn yekser tê wateya hebûna dewleta Tirk, ji ber vê jî hate diyarkirin ku wê li dijî herêmên petrolê Sirte û Cûfrayê amadekariyên operasyonê bidin destpêkirin.

Sîsî li Baregeha Leşkerî ya Sîdî Barranî ya li ser sînorê Lîbyayê axivî û diyar kir ku “Sirte û Cûfra ji bo Misirê jî gelekî girîng e” û heke êrîş were kirin, ew ê jî dest bi mudaxeleya leşkerî bikin.

TIRKIYEYÊ BERSIV DA

Dewleta Tirk di binê vê gotinê de namîne! Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê Artêşa Giştî ya Tirkiyeyê Yaşar Guler di rojên pêşîn ên Tîrmehê de çûn serdana Lîbyayê.

Akar li vê derê ji BBC’ê re axivî, qala Osmanîbûnê kir û bal kişand ser vî tiştî ku ew li Lîbyayê mayinde ne û dîroka wan a hevpar heye. Akar got, “Em ê heta dawiyê li vir bin.”

Ev roportaj li Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Vatiyyeyê bû. Dewleta Tirk dixwest vê derê bike baregeha mayînde û pergala parastina hewayî li vir bi cih kiribû.

Saziya ku Akar roportaj dabûyê, BBC’ya Îngîlîzan bû, ev jî wisa hate diyarkirin ku peyamek dane NATO’yê.

Li cihê ku roportaj hatibû dayin, helîkoptereke MÎ-24 a Rûsyayê hebû. Ev helîkopter meha borî hatibû îmhakirin. Bi vî awayî peyam watedartir bû.

Bersiva vêya dereng nema. Baregeha Leşkerî ya El Vattiye ya ku Akar lê axivîbû, ji aliyê “balefirên nenas” hate bomberdûmankirin, hin serbazên Tirk mirin û pergala parastina hewayî ya Tirkan jî îmha bû.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ev êrîş li xwe girt lê di warê kê ev êrîş kiriye navê Rûsya, Fransa, Misir û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî tê gotin. Dibe ku êrîşeke wisa bi awayekî koordîne hatibe kirin.

BANGA MUDAXELEYA MISIRÊ

Meclîsa Temsîlkarên Lîbyayê ya li Tobrûkê ku Hafter piştgiriyê dide wan, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Misirê dikir ku bila di warê leşkerî de mudaxele bike.

Ji ber ku Meclîsa Temsîllkaran bi peymana Sûyeyrat a di sala 2015’an de ji bo rêveberiya Lîbyayê tevî Hikumeta Mûtabataka Neteweyî nûnerên rewa ne, ev bang girîng e.

Ango argumana dewleta Tirk a ku digot, “Em li ser banga hikumeta meşrû hatine Lîbyayê” wê wekî berê ne bi qîmet be û Misir jî dikare heman tiştî bibêje.

BER BI ŞERÊ MEZIN

Piştî banga Meclîsa Temsîlkaran, berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî diyar kir ku dewleta Tirk û Hikumeta Mûtabakata Neteweyî xwe amade dikin ku êrîşî bajarên Sirte û Cufrayê bike û got, “Dibe ku em bibin şahidên şerekî mezin.”

Îro jî çapemeniya Ereban diyar kir ku li derdora Sirteyê serbazên Tirk û li asîmanan jî balefirên keşfê yên Tirk hatine dîtin.

Divê mirov ji bîr neke ku Serokkomarê Tirk duh êvarî derbarê Lîbyayê bi Serokê DYE’yê Trûmp re di telefonê de axiviye.

Piştî vî tiştî gelo wê Misir li gorî bangê tevbigere yan wê li hemberî Tirkiyeya ku ji Lîbyayê heta Kendava Babul Mendeb a Yemenê bi Îhvanê dora Misirê girtiye, bêdeng bimîne?