Li Leipzigê konê li dijî tecrîdê û êrişên dagirkeriyê

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, konê çalakiyê di roja duyemîn de bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Leipzigê kon hate vedan, çalakî hate lidarxistin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de ji Linksjugend (Solid) û endama Defend Kurdistan Carla Buttner daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji 23'ê Nîsanê ve êriş dike û got, "Dewleta Tirk vî şerî bi çekên Elmanyayê dimeşîne. Dewleta Tirk dixwaze li Kurdistanê paqijiya etnîkî bike, qirkirinê bike û bi temamî dagir bike. Yekane astengiya li pêşiya vê jî tevgera PKK'ê ye."

Buttner anî ziman ku Elmanya divê li ber vê êrişa komkujiyê rabe, lê belê li şûna vê yekê piştgiriyê dide komkujiyê û bi bîr xist ku heyeta aştiyê ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve hate astengkirin.

Buttner bang li tevgerên çep û demokratîk kir ku xwedî li Kurdistanê derkevin û xwest, dawî li qedexeya li ser PKK'ê bê anîn.

Di çalakiyê de bi navê KON-MED'ê daxuyanî hate xwendin û qetilkirina Denîz Poyraz hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de her wiha belavok hatin belavkirin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin û çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû.