Li Lavrîo Fermandarê Asayîşa Minbîcê El Ehmed hat bîranîn

Kurdên li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê dijîn ji bo bîranîna Fermandarê Asayîşa Minbîcê Mihemed Ehmed El Ehmed ku 17’ê Tîrmehê şehîd bûbû merasîmek bîranînê lidarxistin.

Fermandarê Asayîşa Minbîcê Mihemed Ehmed El Ehmed (56) yê ku di roja 17'ê Tîrmehê şehîd bûbû li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan bi girseyî hat bîranîn.

Cihê merasîma bîranînê lê çêbûyî, bi posterên şehîd Mihemed Ehmed El Ehmed, Rêberê gelan Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û HPG'ê hatibû xemilandin.

Malbata Ehmed ya penaber jî tevlî bîranînê bû. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyan despêkir.

Piştre li ser navê malbatê birayê şehîd Mihemed, Mahmûd Ehmed axaftinek kir. Ehmed dema axaftinê hêstiyar bû û dem dem astengî kişand. Ehmed diyar kir ku birayê wî şoresgerekî mezin bû û ji bo şoreşê canê xwe da.

Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin. Axa Rojava bi xwîna şehîdan ve hat şuştin. Şehîdên me nirxên me ne. Tu carî nayên jibîrkirin. Bejna xwe lì ber wan ditewînim. Sehîd tu carî namirin û her tim di dilê me de ne.”

Piştî Ehmed li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Xeyrî Uludag axivî û wiha got: “Em gelê Kurd bi saya sehîdan gihaştine vê astê. Bi saya Serok Ocalan û PKK'ê em Kurd hatin vê qonaxê. Divê em tim li cangoriyên xwe xwedî derbikevin. Şehîd rûmeta me ne. Wê rêya wan her tim pêşeroja me ronî bikin. Şehîd namirin.”

Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Mihemed hatibû amadekirin dom kir û piştî sînevîzyonê merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” ve bi dawî bû.