Li Krefeldê li dijî qedexe û sûcên şer, konê agahdarkirinê hat danîn

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê, li dijî qedexeya li ser PKK’ê kon hat danîn. Bi armanca teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk, agahdarî hatin kirin.

Bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekîtiya Ewropayê, li bajarê Krefeld ê Elmanyayê kampanyaya îmzeyan dewam dike. Înîsiyatîfa Şehîd Ûgûr Şakar û enternasyonalîstan ji bo kampanyayê, li sûka Neûmarktê kon danî.

Di çalakiyê de qala giringiya kampanyaya îmzeyan hat kirin û îmze hatin berhevkirin.

Her wiha têkildarê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê, şewitandina leşkerên xwe û teqîna li Taksîma Stenbolê ku planekê faşîzma AKP-MHP’ê ye, bi armanca teşhîrkirinê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de banga tevlêbûna meşa ku wê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li dijî Şideta Berpêyî Jinan bê lidarxistin, hat kirin.