Li Krefeldê kampanyaya li dijî qedexeyê dewam dike

Weke her roja Înê li Krefeldê vê hefteyê jî têkildarê qedexeya PKK’ê stand hat danîn, di standê de îmze hatin komkirin û ji kesên li ber standê re derbas dibûn re têkildarê standê agahî dihat dayîn.

Di çarçoveya kampanyaya ku li dijî qedexeya PKK’ê li Ewropayê hatiye destpêkirin de, li bajarê Krefeld ê Elmanyayê her roja Înê standa îmzeyan û agahdarkirinê tê danîn.

Kurdistanî û dostên wan ên ku bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Şehîd Ekîn Wan hatin cem hev, di çarçoveya kampanyaya li dijî qedexeya PKK'ê de li navenda bajêr standa îmze û agahdarkirinê danîn.

Li standê îmze hatin berhevkirin û derbarê kampanyayê de agahî hatin dayîn.