Li Kopenhagê dengê ‘Ji Rêber Apo re azadî’ bilind bû

Di çalakiya li paytexta Danîmarka Kopenhagê hatî lidarixstin de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin.

Îro bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate li darxistin.

Kurdistaniyan bi pankarta li ser hatibû nivîsandin “Dema azadî ji Rêberê Gelê Kurd re hatiye’ li Meydana Nytorv çalakiyek pêkanîn.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Rêbertî re azadî”, “Erdoganê Dîktator”, “Piştevaniya bi Kurdan re” û “Erdoganê faşîst” hatin berzkirin.

Di heman çalakiyê de belavok hatin belavkirin û civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.