Li Kopenhagê çalakî: Bila terora dewletê ya li girtîgehan bi dawî bibe

Kurdên li Kopenhangê dijîn ji bo balê bikêşinin li ser binpêkirinên mafên mirovan ê li girtîgehên Tirkiyeyê, çalakiyek li dar xistin. Kurdan di çalakiyê de xwest terora dewletê ya li girtîgehan bi dawî bibe.

Kurdên li bajarê Kopenhag yê Danîmarkayê dijîn bi çalakiyekê bal kişandin li ser binpêkirinên mafên mirovan ê li girtîgehên Tirkiyeyê û xwestin girtiyên nexweş serbest werin berdan. Di heman çalakiyê de komkujiya Roboskiyê jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de wêneyên kesên di girtîgehên Tirkiyeyê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Di çalakiyê de hate gotin ku rexmê rapora ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî nêzî 600 girtiyên nexweş di şert û mercên giran de têne girtin. Her wiha hate gotin ku mirinên bi guman ên li girtîgeha bi navê ‘Întixar‘ yan jî ‘Nexweş‘ ji raya giştî re tê parvekirin.

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku kujerê Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Halîl Guneş dewlet bi xwe ye.

Çalakgeran berxwedana girtiyan ya di girtîgehan de jî silav kir û xwestin demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Di çalakiyê de komkujiya Roboskiyê jî hate şermezarkirin.

Di dawiya çalakiyê de ji bo bîranîna sê jinên şoreşger ên li Fransa hatin qetilkirin banga tevlîbûna mîtînê hate kirin.