Li Kopenhagê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Kopenhagê ya Danîmarkayê bi minasebeta 37’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê merasîmeke pîrozbahiyê li dar xistin.

Li bajarokê Îshoj ya Kopenhagê bi merasîmekê Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Di merasîmê de di kesayetiya fermandarê mezin Egîd de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştre têkildarê wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedaniya Fermandar Egîd û lehengên berxwedêr de axaftin hatin pêşkêşkirin.

Piştî axaftinan hunermendên herêmî Hozan Fîgen, Masûm Dêrikî û Kekê Pirsûsî bi berhemên xwe merasîm coşandin.

Pîrozbahî bi gotina sirûda ‘Herne pêş’ ve bi dawî bû.