Li Kopenhag û Rennesê li dijî tecrîdê çalakî hatin kirin

Kurdistanî û dostên wê li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê û Rennes a Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin.

KOPENHAG


Li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêktînin hatin protestokirin.
Çalakiya bi banga Meclîsa Jinan a Sêvê hatî lidarxistin, li Qada Nytorvê hate kirin.
Di axaftinên di çalakiyê de hatîn kirin, bal kişandin li ser dewleta Tirk a yasayên navnetewî û pîvanên hiqûqî berê niha li Efrîn û Serêkaniyê binpê kiribû, îro jî heman pêkanînan li Heftanînê pêk tîne.
Di serî de bang li gel û hikumeta Danîmarkayê, civaka navnetewî kir ku bertekên xwe nîşanî van dagirker û qetlîamên derhiqûqî nîşan bidin.
Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Heftanînê” bi dawî bû.


RENNES


Li bajarê Rennesa Fransayê Kurdistanî û dostên wan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û qetlîamên jinan protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên di seat 16:00’an de li Qada Colombîerê hatîn gel hev hetanî Qada Republîque, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre dîktator Erdogan” û belavkirina belavûkên Fransî banga hestiyariyê kirin.
Piştî meşê li Qada Republiqueyê bi pêkanîna mitîngê çalakî bi dawî bû.