Li Kopenhag û Freîbûrgê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê û li bajarê Elmanya Freîbûrgê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Malbatên 8 gerîlayên ku di dîrokên cûda ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn, beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bidawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasim ji aliyê Meclîsa Jinan a Nûda û KomÎsyona  Malbatên Şehîdan a Freîbûrgê ve li NCDK Freîbûrg hate lidarxistin. Nêzê 150 kes beşdarî merasîma bibîranê bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdsistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Nûda, NCDK Freîbûrg, KOMAW û Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de çalakgerên greva birçîbûnê ku îro dawî li çalakiya xwe anîn hatin silavkirin. Piştre sînevîzyona ku qala têkoşîn û fedekariyên şehîdên meha Gulanê dike hate nîşandan. Piştre xwarina fitarê hate dayîn.