Li Kolnê bi daxwaza azadiya Ocalan kon danîn

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyan li bajarê Koln ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku ji aliyê FED-MED û YJK-E NRW’ê ve hevpar hate kirin li pêşiya Dom Katedralê hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Di çalakiyê de siyasetmedar Nûrsel Aydogan li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) hevserok Şengê Kahraman axivîn.

Nûrsel Aydogan rexne li CPT û Konseya Ewropayê kir û got: “Pirs ji CPT’ê û DMME’yê dikin, hûn tecrîda ku 22 sal in didome li gorî kîjan mafê mirovan dibînin? Di kîjan benda Peymana Mafê Mirovan a NY’yê û DMME’yê  dibêje ku ‘li hikûmxwariyekê 22 sal tecrîd bê kirin’? Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropa hiqûqa xwe bi cih naîne. Abdullah Ocalan ne kesek ji rêzê ye. Pêkanîna tecrîda li ser Abdullah Ocalan û ne azadiya wî tê wateya hêviya neçareseriyê û aştiyê ji holê rakirinê. Bang li Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropa dikin ku hiqûqa xwe bi cih bînin.”

Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman jî got: “Em ji bo hemû gelan aştî û azadiyê dixwazin. Em polîtîkaya neçareseriyê red dikin, em ê li dijî vê têkoşînê bikin.”

Di dewama çalakiyê de belavoka têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û helbesta Elmanî li ser Ocalan hatibû amadekirin hate xwendin.

Hunermend Seyîdxan, Cewad Merwanî, Binevş Roj û Şahmaran jî helbestên li ser Rêberê Gelê Kurd û gerîla strandin. Gel li ber stranan govend gerandin.

Çalakî wê bi tevlîbûna Kurdistaniyên li Dusseldorf û Dûîsbûg sibe û roja Înê jî wê ji aliyê Kurdistaniyên Dortmûnd û Essenê ve dom bike.