Li Koln û Leverkûsenê çalakiya ‘Diktator darezînin’

Li Koln û Leverkûsenê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ standek hate danîn.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem, 100 hezar îmze’ çalakî vê hefteyê jî dom kir.

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan 5 hefte ne çalakiya xwe didomînin.

Li pêşiya Koln HBF’ê standa îmzeyan saet di navbera 15:00 û 17:00’an hate danîn. Li standê têkildarî mijarê boruşor hatin belavkirin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî tevlî çalakiyê bûn. Hozan Kawa û Hozan Şemdîn stran gotin û kesên serdana standê kirin jî agahdar kirin.