Li Kolna Elmanyayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk û Meclisa Jinan a Viyan çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistaniyên derdora Koln û Bonnê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya li Bahnofvorplatzê seat 15:30’an destpê kirî de, ji ber şewbê beşdarî hindik bû. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Azadî ji bo Ocalan” û “Bêdeng nemîne, ji bo greva birçîbûnê ya li girtîgehan piştevanî” hilgirtin. Di çalakiya ku li ser hev dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berz kirîn de, belavoka KON-MED’ê hate xwendin.
Her wiha di çalakiyê de nûnerê AGÎF’ê jî axaftinek kir. Di axaftinan de operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî ESP’ê protesto kirin û peryama piştevaniyê dan.
BÛK Û ZAVAYÊN JI ROJAVA JÎ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN
Bûk û zava yên ji Rojava jî tevlî çalakiyê bûn û azadiya Rêbêrê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwestin. Bûk û zavayê ku wêneyên Rêber Abdulah Ocalan hilgirtîn bala derdor kişandin li ser xwe.