Li Kolnê Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî hate avakirin

Li Elmanyayê bi kongreya ku li bajarê Kolnê hate lidarxistin, Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî hate avakirin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi beşdariya 100 delegeyan Kongreya Damezrîner a Meclîsa Kurecîkê ya Navneteweyî hate lidarxistin.

Di kongreyê de ku Mahmut Canaydin axaftina destpêkê kir, Parlamentera berê ya HDP'ê Besîme Konca, Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, nûnerê Weqfa AK-EL'ê Sacît Akdemîr û li ser navê Komeleya Kurecîkê Mustafa Duman axivîn.

Meclisa ku wê pirsgirêkên Kurecîkê û projeyên girêdayî Kurecîkê bişopîne, li dijî tinekirina ekolojiya Kurecîkê jî wê têbikoşe.

Kurecîkî li ser banga 11 komeleyên Kurecîkê ku li welat û Ewropayê kar dikin û rûspiyên herêmê, li hev civiyan û têkildarî armanca damezrandina meclîsê ev peyam dan:

"Weke xelkê Kurecîkê, me biryar da ku ji bo pêşxistina pêkhateya civakî, çandî û xwezayî ya Kurecîkê û ji bo pêşbînkirina perspektîfeke jiyanê ya paşerojê, di çarçoveya yekîtiyê de meclîseke navneteweyî ya Kurecîkê ava bikin."

Xelkê Kûrecîkê yê li gelek welatên Ewropayê, nûnerên ji Tirkiye û Kurdistanê beşdarî kongreya damezrandinê bûn.

Di kongreyê de ku Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz û Parlamenterê berê ya HDP'ê Besîme Konca jî lê amade bûn de Mahmut Canbay û Arzu Şîmşek ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiyek ji 13 kesan hate avakirin ku bi hevserokatiyê re kar bike.

Kemal Pekoz der barê polîtîkayên koçberkirinê, tecrîdê û dozên li dijî HDP'ê de agahî da.

Komeleyên tevlî kongreye bûn wiha ne:

"Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Darica, Şaxa Kurecîkê ya Komeleya Kurecîkê, Komeleya Gundê Şamişkan (Güneşli), DAD-Kurecîk, Komeleya Kepez a Ewropayê, Kurecîkên Hollandî, AKHI, Komeleya Kurecîk a BRÎTANYA, AKEL, Komeleya Şamişkan (GuneşİNAM), Komeleya HARUNA’yê, Komeleya DÎDÎM a Meletiyê, Komeleya Kurecîk a Stenbolê, Komeleya Ortakoyê."