Li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Koln ê Elmanyayê name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Kurd bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber postaxaneya Kolnê li hev civiyan û bi dorê name avêtin qutiya postê. Piştre jî wêneyek bi hev re kişandin.

Yek ji beşdarên kampanya şandina nameyan li ber postaxaneyê axivî û got, "Em Kurdên li Kolnê dixwazin ku ji bo azadiya Rêberê xwe pênc hezar îmzeyan bişînin. Kampanya li tevahiya Ewropayê dewam dike. Em dixwazin bandorê li Neteweyên Yekbûyî bikin. Em hêvîdarin ku ev kampanya ji bo girtiyên siyasî û gelên bindest bibe serketinek."

Kampanya beriya niha bi demekê ji aliyê Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr (COSATU) ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Ji her devera cîhanê Kurd tevî dostên xwe tevlî kampanyayê dibin.