Li Kolnê çalakiya 'Na ji dagirkeriyê re, azadî ji Kurdistanê re'

Li Kolnê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şremezarkirin û daxwaza azadiya Kurdistanê hate kirin.

Federasyona Karkeran a Koçber li Elmanyayê (AGÎF) a ser bi AVEG-KON'ê li bajarê Koln ê Elmanyayê, li qada Winer Platzê kon veda û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyê de ji bo mezinkirina têkoşînê bang hate kirin.

Di çalakiyê de belavoka AVEG-KON'ê hate xwendin. Bi zimanên Elmanî û Tirkî axaftin ahtin ikrin û hate ragihandin ku li dijî dagirkeriyê divê li hemberî karker û kedkar bikevin nava liv û tevgerê.

Hate destnîşankirin ku şer û dagirkerî ji bo kedkaran tê wateya birçîbûn, xizanî û êrişên nijadperestiyê û li dijî dîktatoriya Qesrê ya faşîst, qirker mêtinger têkoşîn bê meşandin.