Li Kolnê çalakiya ‘Ji dagirkeriyê re na, ji Kurdistanê re azadî' hat lidarxistin

Endamên AGÎF'ê bi çalakiya konê ya lidarxistinî bang li karker û kedkaran kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikevin tevgerê.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê endamên Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanyayê (AGÎF) a girêdayî AVEG-KON'ê bi dirûşmeya “Ji dagirkeriyê re na, ji Kurdistanê re azadî" kon vedan.

Kedkarên taxê çalakiya konvedanê ya li dijî dagirkeriyê ya li kolana Kalk Postê bi eleqe pêşwazî kirin.

Di çalakiya ku deklerasyona AVEG-KON'ê hat xwendin û axaftinên ajîtasyonê hatin kirin de, êrîşa devkî ya faşîstan çêbû.

Bi sekna biryardar a endamên AGÎF'ê êrîş hat valaderxistin û çalakî dewam kir.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê hatin berzkirin.

Bi axaftinên ajîtasyonê yên bi Elmanî û Tirkî bang li karker û kedkaran hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê.