Li Koln û Stûttgartê şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn

33 şoreşgerên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li navçeya Pirsûs a Rihayê şehîd bûbûn, li bajarên Koln û Stûttgart ên Elmanyayê hatin bibîranîn.

KOLN

Ji aliyê Federasyona Kerkerên Koçber (AGÎF) û Federasyona MED (FED-MED)ve li bajarê Koln ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê şehîdên Qetîlama Pirsûsê hatin bibîranîn. Bîranîn saet 16:00’ê li pêşiya li Koln Dom Katedraîl bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin ku raya giştî ya Kolnê di derbarê Qetîlama Pirsûsê de agahdar kirin. Saet 17:00’an jî meşa destpê kir li Neûmartê bi dawî bû.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart a Elmamyayê li ser rêya Konîgstrasse ya yek ji rêyên herî qelebalix ên bajar e, 33 şoreşger hatin bibîranîn. Bîranîna ku ji aliyê Federasoya Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon), Federasyona Karkerên Koçber ên Elmanya (AGÎF) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ve hate organîzekirin saziyên HDK Stûttgart, FCK, SYKP, ATÎF, YDG, DÎDF, Yenî Kadin, ADHK jî piştevanî kirin.