Li Kîelê roja vejînê hat pîrozkirin

Roja vejînê li Kîelê bi coş hat pîrozkirin.

Li bajarê Kîel a Elmanyayê cejna vejînê hat pîrozkirin. Bi vê munasebetê bi sedan Kurdistanî hatin ba hev.

Li salona çalakiyê ku gelek kes lê amade bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên tevgera azadiyê Hakî Karer, Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz hatin daliqandin.

Gelek hunermendên Kurd tevlê pîrozbahiyê bûn.

Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir bi nîşandana sînevîzyonê û axaftina siyasetmedar Nîhat Akdogan berdewam kir.

Pîrozbahî bi gerandina govendê dewam kir.