Li Kîelê çalakiya 'Jin, Jiyan, Azadî'
Li bajarê Kîelê ji bo silavkirina serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Kîelê ji bo silavkirina serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û ji bo silavkirina serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Di meşê de ku bi beşdariya bi sedan kesî ji ber Haûptbahnhofê destpê kir, dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate qîrîn.
Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê jî hatin şermezarkirin. Çalakiya ku jin û ciwan gelekî tevlî bûn, bi stranên Kurdî û govendê bi dawî bû.