Li Qibrisê nêzî 3 hezar îmze hatin berhevkirin

Ji roja ku kampanya dest pê kiriye, Komîsyona Îmzeyan a girêdayê Meclîsa Gelê Kurd a li Qibrisê ya tim dixebite, îro 2 hezar û 890 îmze berhev kirin.

Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên ‘’rêxistinên terorê’’ yên Yekîtiya Ewropayê hat destpêkirin, îro jî li sê bajarên Qibrisê dewam kir.

Endamên komîsyonê yên di çarçoveya plansaziya komîsyonê de li xebata xwe dewam dikin, îro li Lîmasol, Larnaca û Paphosê standên îmzeyan danîn. Xelk gelek eleqe nîşanê standan da.

Berdevkê Komîsyonê Kamîl Akalin da zanîn ku wan 2 hezar û 890 îmze berhev kirine û got ku ew ê li xebata xwe dewam bikin.