Li Kerboranê gorekî komî hate dîtin

Li şikeftekî ya gundikê Gulbîş a girêdayî gundê Akyol a navçeya Kerboran a Mêrdînê, gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Xizmê windayan ku gora komî dît, anî ziman ku bi kêmanî 30 kiloxên serî dîtiye.

Li şikeftekî ya gundikê Gulbîş a girêdayî gundê Akyol a navçeya Kerboran a Mêrdînê, gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Tê payîn ku hestî yên kesên salên 90’î ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibûn revandin û qetilkirin. Gundiyekî Altinoluk ê li heman deverê ye, di dîmenên kişandî de hestiyên ling û kiloxê serî yên mirovan tê dîtin. Kesê ku gor dîtî ANF’ê re axivî, diyar kir ku di encama kolandina xizînevanan de rastî van hestiyan hatiye û wî bi xwe dîmen kişandiye.

JÎTEM a li Kurdistanê di salên 90’î de bi destê dewletê hate avakirin û birêvebirin, bi hezaran Kurd revandin û piştî qetilkirin û şûnde derketibûn holê ku li gorên komî veşartine. Dîsa piştî ku avêtin bîrên asîtên û qetilkirin û şûnde hestiyên mirovên ku avêtine şikeftan ve piştî bi salan û şûnde tên dîtin. Îro jî li gundikê Gulbîş ê girêdayî gundê Akyol a Kerboranê tê payîn ku hestiyên Kurdistaniyên salên 90’î ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibûn revandin û qetilkirin bin.

‘HERÎ KÊM 30 KILOXÊN SERÎ MIN HEJMART’

Xizmê windayan yê ku gor dîtî,  anî ziman ku ew kurê yekî ye ku bavê wî 1993’an ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû revandin û qetilkirine. Xizmê windayan diyar kir ku weke kurê bavekî ‘Kuştinên kiryarên nediyar e’ ji rewşên wiha hestyar e û got: “Cihê ku min hestî lê dîtî, li şikeftekî gundikê Gulbîş ê girêdayî gundê Akyol ê nêzî gundê Altinokûl ê ez dijîm e. Xizînevanan dema li zêran digeriyan û li şikeft kolabûn hestî dîtibûn, piştre jî çûbûn. Dema ku agahiya min bi vê yekê çêbû, min dîmenên wê kişand. Herî kêm min 30 kiloxên serî hejmart. Ez wer difikirim ku ev hestî yên aîdî kesên salên 90’î hatibibin qetilkirin bin, ji ber ku beriya niha jî gorên mîna vê li Kerboranê hatibûn dîtin.”

‘LI DOZGERIYÊ GILÎ KIRIM’

Xizmê windayan destnîşan kir piştî dîmenên hestiyan kişand û şûnde li dozgeriyê giliyê sûç kiriye û got: “Piştî ku min dîmenên hestiyan kişand û şûnde, min li dozgeriyê giliyê sûc kir. Sibe wê tîmek ji dozger û jendermeyan bên şikefta ku hestî lê hatine dîtin, lêkolînê bikin. Piştî ku mînak hatin girtin û şûnde wê piştre derkeve holê bê ka ev hestî yê kê ne û kengê hatine qetilkirin diyar bibe.”